Li Bochûmê civîna Kurd-Ereb: Diyaloga navbera her du gelan wê kûrtir bibe. 5/1/2022

In ARŞÎVA KONGIRA

Li bajarê Bochûmê yê Elmanyayê, ji bo danasîna nirxên “xweşbînî û jiyana hevpar” a di navbera Kurd û Ereban de û ji bo roteyeke înteraktîftir çêbibe, civînek hate lidarxistin.

Civîna Diyaloga Kurd-Ereb di 5’ê Mijdarê de ji bo danasîna nirxên xweşbînî û jiyana hevpar a di navbera Kurd û Ereban de û ji bo roteyeke înteraktîftir pêk were, hate lidarxistin.

Civîna li Bochûmê ji aliyê “Navenda Lêkolînên Kurdî” û “Komeleya Xweşbînî” ve hat organîzekirin.

Li gorî encama dawî, di civîna ku rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û parêzvanên mafên jinan ên Kurd û Ereb li hev civiyan de, nîqaş li ser lêkolînên cuda, hêviyên gelan û bendewariya wan, hatin kirin.

Di civînê de bi taybetî pirsgirêkên ku jin di nava civakên Ereb û Kurd de dijîn, çavkaniyên hêzê yên hevpar, zehmetiyên civaka Ereb û Kurd yên ku rûbirû dimînin û çareseriya wan hate nîqaşkirin.

Her wiha li ser mijarên weke têkiliya di navbera mafên Kurd-Ereb, ji nêz ve naskirina hev, zanîna hevpar û çarenûsa hevpar hatin axaftin.

Astengiyên li pêşiya diyaloga di navbera gelan de, rê û rêbazên rakirina van astengiyan jî, mijarên nîqaşê bûn.

Her wiha perspektîfên têkoşînê yên li dijî polîtîkayên hêzên hegemon ên li hemberî meyla jiyana hevpar a her du gelan tên pêşxistin, hatin nîqaşkirin.

Bi vê mebestê, bi kûrkirina diyaloga di navbera her du gelan de, girîngiya çarenûsa hevpar û yek helwestiya hevpar li hemberî her cure metirsiyan bi tundî hate tekezkirin.

Di dawiyê civînê de hat destnîşankirin ku ev hevdîtina diyalogê tenê wek destpêkek bê nirxandin û pêşniyarên ku di nîqaşan de hatin kirin jî wek gavên pêşîn bên nirxandin.

Civîn bi perspektîfa berdewamkirina van gavan ji bo bidestxistina zanyariyên kêrhatî û girîng bi rê û rêbazên înteraktîf, temamker û dewlemend di têkiliyên Kurd û Ereban de bi dawî bû.

Her wiha biryar hate girtin ku zemînê hatiye dayîn li qadan bê berfireh kirin, qanalên nû yên têkiliyê bi komên civakî re bê avakirin û xebatên diyalogê bi bikaranîna medyaya civakî berdewam bikin.

You may also read!

Ehmed Beha El-Dîn, serokê Partiya Sosyalîst a Misirê:  Tişta ku Ereb, Kurd û gelên din digihîne hev, ji ya ku wan ji hev vediqetîne zêdetir e.

Siyasetmedarê Misrî Ehmed Beha El-Dîn tekez kir ku tiştê ku Ereb, Kurd û gelên din ên Rojhilata Navîn bi

Read More...

Rewşenbîr li ser têkiliyên kurd û ereban axivîn

Rewşenbirên kurd û ereb di salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, li Qahîre panelek

Read More...

Ji Konferansa Kurd-Ereb banga diyalog û zelaliyê

Di encamnameya Konferansa Kurd-Ereb de ku li paytexta Iraq Bexdayê hate lidarxistin, pêwîstiya bi diyalog û zelaliyê hate destnîşankirin. Konferansa

Read More...

Leave a reply:

Your email address will not be published.

Mobile Sliding Menu