
- “Eger em projeya Rêveberiya Xweser lêkolîn bikin, diyar dibe ku projeyekî xwe dispêre xurtbûna têkiliyan di navbera gelên herêmê de û di serî de gelên Kurd û Ereb.”
Kurd û Ereb her du pêkhateyên kevnar li herêmê û nexasim li axa Mezpotamyayê bi hev re jiyane. Têkiliya di navbera Kurd û Ereban xwedî kokeke dîrokî ye ku vedigere bi hezaran salan. Nexasim di şerê Sûrîyeyê de têkiliyên civakî û çandî yên di navbera Kurd û Ereban de, rengekî ji rengê jiyana hevbeş derxist holê. Di vê jiyana hevbeş de para herî mezin a Rêber Abdullah Ocalan e.
Nivîskar û lêkolîner Ehmed Şêxo jî îşaret bi rola Ocalan dike û wiha behsa têkiliya Kurd û Ereban dike: pirsa ku Ocalan di parêznameyên xwe de çawa têkiliya Kurd û Ereb nirxandiye, wiha bersivand: “Bi derbasbûna Ocalan piştî derbeya 1980’î, li nava gelên herêmê û welatên Ereban yên Rojhilata Navîn gelek tişt guherî. Di heman demê de têkiliyên bi tevgerên Filistinê di salên 80`î de û şerê keleha Şiqeyîf û tevlêbûna gelek ciwanên Ereb di nava PKK`ê ji wan şehîd Ezîz Ereb, nîşaneyên têkiliyên di navbera Ereb û Kurdan de bûn.
Di aloziya Sûriyê de projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çanda herêmê, nirxa wê, îrade û pirengiya wê, mayînde kir. Eger em projeya Rêveberiya Xweser lêkolîn bikin, diyar dibe ku projeyekî xwe dispêre xurtbûna têkiliyan di navbera gelên herêmê de û di serî de gelên Kurd û Ereb. Tiştê ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê kiriye ku bi milyonan Ereb û Kurd ji DAIŞ û rêxistinên terorîst rizgar kir, piştrast dike ku têkiliyên Kurd û Ereb li ser esasê demokratî û xizmetkirina doz û berjewendiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”
QSD wekî tabloyekî hevkariyê ye
Bi avakirina Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ku ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Çerkes pêk tê, wekî tabloyekî hevkarî û şîrîkatiya di navbera hemû pêkhateyan de ye. Bi têkoşîna hevkar a pêkhateyên di nava QSD`ê de, koka têkiliyên dîrokî ya navbera pêkhateyan de, jinûve zindî kir. Sekertêrê Giştî yê Kombûna Erebî ya Piştgiriya Doza Kurdî Doktor Teyîsîr Ebdulcebar El-Elosî jî îşaret bi têkoşîna hevpar a QSD’ê dike û wiha dipeyive: “Destanên lehengiyê yên QSD’ê ku ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê û di serî de Ereb û Kurd nivîsandine, wateyeke xwe ya giring heye, ne tenê wekî sembolek ji bo fikirekê ye.”
Her wiha El-Elosî diyar dike ku divê rewşenbîrê Ereb hîna zêdetir bixebite da ku çanda hevbeş a aşîtiyane belav bike.
Li herêma Cizîrê dîrokeke wan a serfiraz heye
Rejîma Baas bi zanebûn hewl dida çanda eşîran ji holê rake û bêbandor bike. Ji aliyekî din ve jî dixwest eşîran bixe bin bandora xwe.
Yek ji rûsipiyên eşîra El-Cewale, Ebdurehman El-Reşîd jî balê dikişîne ser vê yekê û wiha qise dike:’’Dewletên mêtînger û rejîmên otorîter hewl dan ku vê sazûmaniyê xerab bikin û piştre şer di navbera eşîrên Ereb û Kurd de, derxin. Eşîrên Kurd û Ereb li herêma Cizîrê dîrokeke wan a serfirazî û mezin li dijî zulm û mêtingeriya li herêmê heye. Şerê Beyandûr ku eşîrên Kurd bi eşîrên Ereb re, nexasim bi eşîra El-Cewale re li dijî zulma ku efserê Fransî Roxan dimeşandin, bûne yek. Ev isbatekî mezin a li ser rola van eşîran di xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban de ye.
Bi yekbûna pêkhateya Kurd û Ereb di nava QSD`ê de û têkoşîna wan a li dijî DAIŞ û dagirkeriya Tirkiyê, ev rola giring e eşîran didome.”
Li Beyandûr çi çêbûbû?
Niha em awirek bidin li Şerê Beyandûr ê ku Ebdurehman El-Reşîd behsa vê kir.
Sala 1923’an dema hêzên mêtinger ên Fransayê derbasî herêma Cizîrê bû, li gundê Beyandûr a rojavayê bajarê Tirbespiyê, navendeke xwe ava kirin. Tê gotin ku wê demê qayimeqamê ku Fransayê erkdar kiribû Casim Efendî tevlî leşkerî wî, li herêmê kiryarên derexlaqî dikirin û zulm li dijî gelên herêmê dimeşandin. Ji bo bidawîkirina zulma Fransiyan, bi alîkariya Kurdên ji Başûrê Kurdistanê, Kurd û Erebên ji eşîra El-Cewale li dijî Fransiyên li gundê Beyandûr serî hildan. Bi hevkariya Kurd û Ereban û di encama şerê sê rojan de, leşkerên Fransayê xwe ji gund vekişandin û Casim Efendî jî hate kuştin. Gelek nivîskar û şirovekar şerê li Beyandûrê wekî serhildana civakî binav dikin