Di encamnameya Konferansa Kurd-Ereb de ku li paytexta Iraq Bexdayê hate lidarxistin, pêwîstiya bi diyalog û zelaliyê hate destnîşankirin.
Konferansa li Bexdayê bi sernavê “Ber bi diyaloga Kurd-Ereb a serketî” pêk hat.
Akademiya Fikir û Siyaseta Demokratîk pêşengî ji konferansê re kir, Komeleya Azadî piştgirî da û Kurdên Feylî, endamên Komeleya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengalê û Komeleya Dostaniyê ya navenda wê li Ewropayê tevlî bûn.
Konferansa ku roja Şemiyê pêk hat bi encamnameya ji 11 xalan bi dawî bû.
Encamname wiha ye:
“1- Wê kongre ji bo pejirandin û nasandina hemû nasname, îdeolojî, netewe, çand û rêgezan li Iraqê bi taybetî, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bi giştî bixebite.
2- Kongre teqez dike rêya çareseriyê ya hemû pirsgirêk û nakokiyên li Iraq û Rojhilata Navîn divê ne bi şer, bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi projeya netewa demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê heye.
3- Kongre ji bo parastin û pêşxistina nirxên hevbeş ên çandî û demokratîk yên civakî û siyasî yên gelên navçeyê bi xebite.
4- Kongre teqezî li ser diyaloga çandî ku bi dirêjahiya dîrokê di navbera gel û baweriyên sereke yên li Iraqê de hene, dike.
5- Kongre hevdengiyê li gel hemû mijarên jinan yeksaniya li gel mêran a di warên cûda cûda de dike. Her wiha hemû cûrên şidetê yên li beramberî jinan tê kirin red dike. Giring dibîne ku jin di hemû waran de çalak bin.
6- Kongre siyaseta dewleta Tirk a bi hişmendiya Osmaniya Nû ku dixwaze li herêmê pêkbîne û ol wek amrazek ji bo berjewendiyên xwe bikartîne, red dike.
7- Dabeşkirina welatên herêmî û avakirina dewleta Iraqê bi sinorên naskirî ve, li ser xwesteka aliyên di şerê cihanê yê yekem de serkeftin, pêkhat. Ev yek rola gelên herêmê sinordar kiriye.
8- Desthilata takekesî, dîkdatorî, tak hizbî û siyaseta navendîbûnê di avakirina dewleta hemwelatîbûnê de li ser bingehê nasnameya netewî ya Iraqî binketiye.
9- Demokrasî, federalîzim, îdareya ne navendî û xwerêveberiya pêkhateyan li welat wê bibe bingehê pêşketin û azadiyan.
10- Ji bo dewletek serdemane pêwîstî bi yeksaniya nava gelê Ereb, Kurd û pêkhateyên din ve heye. Bêy ku ti pêkhateyek were paşguhkirin.
11- Pêwîstî bi diyalog û zelalbûnê heye. Her pirsgirêk hebe divê bi rêyên yasayî û destûrî werin çareserkirin.”