
Li Iraqê bi tevlîbûna zêdetirî 100 kesayetî, li ser bingehê jiyaneke hevbeş a gelan û civakek demokratîk, hevdîtineke girîng pêk hat.
Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb.
Piştî gotûbêjên beşdaran, kongre bi diyarkirina encamnameyê bi dawî hat.
Tê de hat piştrastkirin ew siyaseta dewleta Tirk a bi hişmendiya Osmaniya Nû bi tundî red dikin.
Li paytexta Iraqê Bexdayê hevdîtina gelên Kurd û Ereb pêk hat.
Kongreya diyalogê bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Fikir a Demokrasiyê, her wiha alîkariya Komeleya Azadî ya Kurdên Feylî, Saziya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengal û Komeleya Dostaniyê ya li Parlamentoya Ewrûpayê, hat lidarxistin..
Bêtirî 100 akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û kesayetên navdar ên ji Iraq û Herêma Kurdistanê beşdarî kongrê bûn.
Piştî gotûbêjan, encamnameya kongrê ya ji 11 xalan pêk tê, hat eşkerekirin.
Li gorî vê;
- Kongre ji bo naskirina hemû nasname, îdeolojî, netew, çand û rêgezan li Iraqê, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê kar bike.
- Diyalog yekane rêya çareseriya hemû aloziyên li herêmê ye, ji bo vê jî pêwîstî bi projeya netewa demokratîk heye.
- Kongre siyaseta dewleta Tirk a bi hişmendiya Osmaniya Nû ku dixwaze li herêmê pêk bîne red dike.
Parastin û pêşxistina nirxên hevbeş ên çandî û demokratîk ên gelan, erka kongreyê ye. - Kongre, diyaloga çandî di navbera gel û baweriyan de binirx dibîne.
- Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê weke erka xwe ya sereke dibîne.
- Desthilata takekesî, dîktatorî, take partî û siyaseta navendîbûnê xizmeta berjewendiyên civak û gelan nake.
- Demokrasî, federalîzim, vîna ne-navendî û xwerêveberiya pêkhateyan, hîmê azadiyê ne.
- Ji bo paşerojeke ronî, wekheviya di navbera gelên Ereb, Kurd û pêkhateyên din şert e.