Îro li paytexta Lubnan Beyrûtê bi armanca peydakirina rêbazên xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban bi navnîşana “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve” kongreya diyaloga Lubnanî-Kurdî dest pê kir.

Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtin û sirûdên neteweyî yên Lubnanê û ya Kurdî dest pê kir.
Komîteya Amadekar vê sibê biryar da ku navê kongreyê bike Kongreya Lubnanî-Kurdî.
Bi navê Komîteya Amadekar Hesan Qetib axivî û got: “Em ji vê kongreyê armanc dikin ku dozeke girîng nîqaş bikin, nexasim di vê pêvajoya nazik de ku herêm û Lubnanê tê re derbas dibe. Her wiha ji bo aktîfkirina rêbaz û mentiqê diyalogê di navbera gelan de. Herêmên me her tim bûne nimûneya aktîfkirina çandan û avabûna şaristaniyan.
Qetib wiha domand: “Îro em hewl didin bi wêrekî û bi awayekî objectîv car din diyalogê di navbera gelan de bidin destpêkirin. Em ê bi taybetî doza diyaloga di navber du gelên kevnar; Kurd û Ereban de çareser û nîqaş bikin. Divê em pirs bikin, çima, kengî û çawa em wisa bûn? Faktorên xwezayî yên jiyana hevbeş a di navbera gelan de veguherandine şer çi ne?”
Her wiha ronakbîr û akademîsyenê iraqî û pisporê diyaloga Erebî-Kurdî Dr. Ebdulhisên Şaban jî ev tişt anîn ziman: “Armanc ji lidarxistina mîna van kongreyan, naskirina daxwazên gelê Kurd li ser zimanê Kurdan û bi awayekî azad e. Di çarçoveya helwestên erebî de, hinek ji wan cara yekemîn e ku li pirrengiya neteweyî ya herêmê û zilma li ser Kurdan hatî kirin, guhdarî dikin.

Dr. Şaban diyar kir ku ew dixwazin çareseriyan peyda bikin û encamnameyekê ji bo pratîzekirinê deynin û wiha domand: “Diyaloga kurdî-Erebî ku me banga wê dikir û hîna banga wê dikin, diyalogeke zanistî, çandî, fikrî û hiqûqî ye û li ser bingeha çarenûsa hevbeş, mafên wekhev û diyarkirina vebijêrkan li gorî berjewendiyên her du gelên Ereb û Kurd destpê dike.
Dr. Şaban her wiha teqez kir ku ji salên 1980`î ve, doza Kurdî li Tirkiyê bûye rojeveke germ, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê de çalak e û wiha pê de çû: “Serokê PKK`ê Abdullah Ocalan ji 1999`an ve dîl tê girtin ku xwediyê fikrê neteweya demokratîk e yê ku pêkanîna mafên gelê Kurd û naskirin wî gelî , taybetmendiyên wî û mafê wî yê diyarkirina çarenûsê armanc dike. Îran jî hîna daxwaza mafên neteweyî wekî hedefgirtina Komara Islamî dibîne.”
Li gorî bernameya kongreyê, dê du mijar werin nîqaşkirin. Ya yekê saet 10:30`an ji aliyê Henen Osman ve dest pê kir. Tê de Dr. Selah Ebû Şeqir behsa dîroka têkiliyên Kurdî-Erebî, hebûna Kurdan li Lubnanê kir. Her wiha di vî beşî de, Nimet Bedirûdîn balkişand ser siyasetên mêtingeriyê û destwerdanên herêmî û mamoste Hesan Qetib behsa bandora zihniyetê, amûrên netewdewletê li ser têkiliyên Erebî-Kurdî kir.
Wê saet 13:00`an beşê duyemîn ê kongreyê dest pê bike. Dê ji aliyê rojnamevanê ermenî Hamo Moskofian ve bê birêvebirin. Her wiha dê Dr. Xalid El-Ezî têkildarî hevgirtin, çarenûsa hevbeş a gelan, her wiha dê mamoste Îbrahîm Murad behsa çanda jiyana hevbeş, biratiya gelan, birêz Buşra Elî dê behsa rola jinan a bingehîn di demokratkirina civakê de bikin. Mamoste Ebdulselam Ehmed dê behsa çareseriyan û pêşniyaran bike di nav de dewleta welatîbûn, projeya neteweya demokratîk.
Wê kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev diyalog, berdewama diyalogên berê yên li gelek welatên Ereban e. Herî dawî di Çileya borî de li paytxeta Urdinê Emanê bi navê “Ereb û Kurd… diyalog rêya pêşeroja hevbeş e” diyalogek li dar ketibû.