Dêre Zor.. Komxebateke diyalogê li ser têkiliyên “Kurdî-Erebî” gengeşe dike

 

Li ser vexwendina Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk; Îro Çarşemê 27ê Nîsanê komek siyasetmedar, rewşenbîr û kesên ku bi karûbarên giştî yên xelkê Dêrezorê ve mijûl bûne, ji bo gotûbêjkirin û gengeşekirina pêwendiyên Kurd û Ereban civiyan.

Di komxebatê de peywendiyên Kurd û Ereban li ber ronahiya kêşeyên niha û pêşerojê û rola wan di dîrokê de û niha di derbaskirina astengan û avakirina têkiliyeke pêşketî de hatin gotûbêjkirin.

Derbarê armanca vê komxebatê de, endamê Komîteya Têkiliyên MSD`ê li Dêra Zorê Enes El-Merfû got ku armanca wan xurtkirina tevna civakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku rûbirûyî kampanyayên hevsorkirinê bûne û heta niha jî rû bi rû ne li hember hewildanên derxistina pevçûnan.

Beşdarên komxebatê behsa pêvajoya dîrokî ya peywendiyên Kurd û Ereb li Sûriyê kirin û rola wê di avakirina Sûriya nûjen de, heta rola wê di rizgarkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji destê terorîstên DAIŞ`ê kirin.

Beşdaran tekez kirin ku herêm û pêkhateyên wê di dirêjahiya dîrokê de, hebûna, xebat û hevkariya hevbeş ji bo avakirina jiyana azad û rûbirûbûna kêşeyên hevbeş tevî hemû rewş, astengî û kêşeyên mezin winda nekiriye.

Komxebatê balkişand li ser pêşketina hin beşdariyên kurdan di şaristaniya erebî de, di nav wan de zanyar û şoreşgerên ku roleke wan a berbiçav di rizgarkirin û serxwebûna Sûriyê de hebû.

Exit mobile version